Fatih Gazioğlu
27 Tebax 2019•Rojanekirin: 28 Tebax 2019
Johnson & Johnsona şirketa dermanan ji ber krîza "opîoîdê" wê 572 milyon dolar tezmînatê bide Oklahomaya eyaleta Amerîkayê.
Dadgehê Herêma Clevelandê encama doza ku ji hêla eyaleta Oklahomayê va der heqê Johnson & Johnsona şirketa dermanan da vekiribû, eşkere kir.
Mehkemeyê ki şirketê 572 milyon dolar cezayê tezmînatê birî.
Li Amerîkayê der heqê şirketa Johnson & Johnsonê da heta niha gelek doz hatine vekirin. Ev doz ya ewil e ku encama wê eşkere bûye.
"Opîoîd" ji xaşxaşê tê çêkirin û axlêbe ji bo sekinandina êşê û tevizandinê tê bikaranîn.