Fatih Gazioğlu
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
ANKARA
Li Sîstan û Belucistana eyaletên Îranê yên li bakurê rojhilatê welêt bi lerza 5,6an erdhejek çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Sîsmolojiyê ya Enstîtuya Jeofizîkê ya Zanîngeha Tehranê hat dayîn erdheja ku navenda wê gundê Mescida Hezretî Ebulfazil yê li ser navçeya Bezmanê ye bi wextê herêmî di saet 10.53an de çêbû.
Hat diyarkirin ku erdhej 10 kîlometro bin erdê de çêbûye.
Der barê zirar û ziyana erdhejê da heta niha tu daxuyanî nehat dayîn.