Fatih Gazioğlu
07 Îlon 2018•Rojanekirin: 08 Îlon 2018
TORONTO
Wezîra Karên Derva ya Kanadayê Chrystia Freelandê ji bo sivîlên li Îdlibê dijîn bangî Sûriyeyê kir û wiha got: "Rejima Sûriyeyê divê hurmetê nîşanî hiqûqa mirovî ya navneteweyî bide, sivîlan biparêze û li ber arîkariya mirovahî astengiyan dernexe."
Chrystia Freelandê daxuyaniyeke nivîskî da û got rejima Sûriyeyê û mitefîqên wê ji destpêkê heta îro gelek caran hiqûqa mirovî ya navneteweyî îxlal kiriye.
Freelandê di daxuyaniyê da got ku em geşedanên li Îdlibê ji nêz va dişopînin û wiha axivî:
"Rejima Sûriyeyê û mitefîqên wê sivîlan ji xwe re dikin hedef û bombardimanên wan jî dewam dikin. Êrîşên rejima Sûriyeyê yên li ser Îdlibê wê ji bo 3 milyon mirovî bibe sedema felaketeke mezin. Di nav van mirovan de zarok, bijîşk, tîmên tenduristiyê û gelek rojnamevan jî hene. Divê ew tu carî nebine hedef. Rejima Sûriyeyê divê hurmetê nîşanî hiqûqa mirovî ya navneteweyî bide, sivîlan biparêze û li ber arîkariya mirovahî astengiyan dernexe."