Tabuta şehîd Açikgoz a bi alaya Tirkiyeyê va hatibû pêçandin birin Mizgefta Nakibogluyê.
Bavê wî Hasan, diya wî Sureyya, xwîşk û birayên wî Mehmet, Kazim, Ferîde û Mustafa Mîraçê 8 salî, eqrebayên wî, Alîkarê Wezîrê Edaletê Şaban Yilmaz, Walî Davut Gul, Şaredar Fatma Şahîn, parlamenterên AK Partî, CHP û MHPyê û gelek welatî beşdarî merasima cinazeyê bûn.
Eqrebayên şehîd tabuta wî hembêz kirin, giriyan û zêmarên Tirkî û Kurdî gotin.
Miftiyê Gazîentabê Ahmet Çelîk nimêja cinazeyê da kirin.
Piştî nimêjê cinaze Açikgoz li goristana şehîdan a asrî ha definkirin.

Cinazê Onbaşiyê Pispor ê Piyade Enes Alper ê li Îdliba Sûriyeyê di êrîşa hêzên rejimê da şehîd bûbû, li welatê wî Nigdeyê hat definkirin.
Cinazê Alper (23) ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Omer Halîsdemir a Nigdeyê hildan û birin mala bavê wî ya li bajaroka Yildiztepeyê.
Piştî helalkirina şehîd, cinaze anîn li ber şaredariyê.
Diya wî Keban, bavê wî Mehmet Alî Alper, dergistiya wî Sîbel Altinyuzuk, xwîşk û birayên wî tabuta wî hembêz kirin û giriyan.
Alîkarê Miftiyê Bajêr Alî Çetîn nimêja cinazeyê da kirin û Alper li goristana bajarokê hat definkirin.
Alîkarê Wezîrê Parastina Neteweyî Alpaslan Kavaklioglu, Walî Yilmaz Şîmşek, parlamenterên AK Partiyê yên Nîgdeyê Yavuz Ergun û Selîm Gultekîn, Şaredar Emrah Ozdemir, Rektorê Zanîngeha Omer Halîsdemir Prof. Dr. Muhsîn Kar, nûnerên partiyên siyasî, esker, şaredar û welatî beşdarî merasima cinazeyê bûn.

Şehidê Îdlibê Onbaşiyê Pispor Saylak li Kahramanmaraşê hat definkirin
Cinazê Onbaşiyê Pispor ê Peyade Fatîh Saylak (26) ê li Îdliba Sûriyeyê di êrîşa hêzên rejimê da şehîd bûbû, li welatê wî Kahramanmaraşê hat definkirin.
Tabuta şehîd Saylak a bi alaya Tirkiyeyê va hatibû pêçandin ji morga Nexweşxaneya Bajêr a Necîp Fazil hildan û bi konvoyê birin mala bavê wî ya li Taxa Kaleyê.
Paşê bi tekbîran va cinazê Saylak anîn Goristana Kepîrê.
Li vir bavê wî Omer, diya wî Nîgar, xwîşk û birayên wî Ayşe, Osman, Îbrahim û Elîfe Saylakê tabuta wî hembêz kirin û giriyan.
Diya wî Nigar Saylakê tabuta kurê xwe hembêz kir, giriya û got "Ez hinekî din jî li cem wî bisekinim". Li ser vê gotina wî kesên beşdarî merasimê bûn hestiyar bûn.
Ji bilî malbata wî Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mahîr Unal, Walî Vahdettîn Ozkan, Şaredar Hayrettîn Gungor, Parlamenterê AK Partiyê yê Kahramanmaraşê Îmran Kiliç, Parlamenterê CHPyê Kahramanmaraşê Alî Oztunç, rayedarên din û welatî beşdarî merasima cinazeyê bûn.
Miftiyê Bajêr Celal Surgeç nimêja cinazeyê da kirin û şehîd Saylak li Goristana Kepîrê hat definkirin.

Şehidê Îdlibê Onbaşiyê Pispor Ozcan li Kirikkaleyê hat definkirin
Cinazê Onbaşiyê Pispor ê Piyade Davut Ozcan ê li Îdliba Sûriyeyê di êrîşa hêzên rejimê da şehîd bûbû, li welatê wî Kirikkaleyê hat definkirin.
Tabuta şehîd Ozcan ji morga Nexweşxaneya Îxtisasê ya Bilind hildan û ji bo merasima cinazeyê anîn Mizgefta Nurê .
Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Mîsbah Demircan û rayedarên din ên protokolê li vir sersaxî dan bavê wî Bunyamin Ozcan û malbatê.
Eqrebayên şehîd tabuta wî hembêz kirin û giriyan.
Pakîze Barana diya şehîd Yasîn Baranê di sala 2019an da li Eruha navçeya Sêrtê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da şehîd bûbû li ber tabuta Ozcan sekinî û wiha got: "Silavê min ji Yasînê min ra bibêje. Hûn bûn hevalên hevdu yên qederê. Jê ra bibêje 'diya te baş e, tu tişt bi diya te nayê'. Bila cihê te cinet be. Qusirê nenihêre berxê min me kincên zavatiyê li we nekir. Kincên zavatiyê yên herî baş we li xwe kir."
Miftiyê Bajêr Şahîn Yildirim nimêja cinazeyê da kirin û şehîd Ozcan li goristana gundê Aydinşeyhê ya li ser navçeya Balişeyhê hat definkirin.
Ji bilî malbata wî Serokê Kurmay ê Fermandariya Lojîstîk ya Hêzên Bejayî Tuggeneral Îsmaîl Amanvermez, Walî Yunus Sezer, Parlamenterê AK Partiyê yê Kirikkaleyê Ramazan Can, Parlamenterê CHPyê yê Kirikkaleyê Ahmet Onal, Parlamenterê MHPyê yê Kirikkaleyê Halîl Ozturk, Şaredar Mehmet Saygili, Fermandarê Garnîzonê Albay Mehmet Alî Durmuş, Fermandarê Cendirmeyan Bajêr Albay Ugur Ozmen, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Gunter Şenses û gelek welatî beşdarî merasima cinazeyê bûn.