Şerê navxweyî yê Sûriyeyê li Îdlibê asê bû
Li Îdliba ser Sûriyeyê nêzî 4 milyon sivîl ên ku li kelha dawîn a destê muxalifan da ye dimînin ji ber operasyona muhtemel a rejima Esed û piştgirên wê bi fikar in.
Ankara
ANKARA
Rejima Beşşar Esed ji bo Îdliba ku herêma dawîn a di destê muxalifan da ye hilde bin kontrola xwe hewlên xwe zêde kir û ji ber vê tevgerê bi milyonan sivîlên li bajêr dijîn jî niha di nav qisawetê da ne. Dema ku rejim dest bi operasyonekê bike muhtemel e wê koçeke pir zêde ji bajêr dest pê bike û tirsa herî mezin jî ew e ku dema Amerîka û Rûsya di mijara Îdlibê da li hev nekin herî pir wê sivîl jê zirarê bibînin.
Rejima Beşşar Esed di du mehên dawîn da li ser xetên eniyên Îdliba ku niha şer lê asê bûye cebilxaneyan bi cih dike. Nêzî 4 milyon sivîl ên ku li herêmê dijîn jî ji ber operasyoneke muhtemel pir bi fikar in.
Îdliba bajarê Sûriyeyê li hemberî Hataya bajarê Tirkiyeyê cih digire û di pêvajoya Astanayê da jî Tirkiye, Rûsya û Îranê ji hêla dîplomasiyê va gelek li ser wê derê sekinîbûn.
Îdlib piştî ku ji destê rejimê derket û piştî sala 2015an ku Rûsya jî tevlî şerê navxweyî bû êrîşên hewayî yên li ser Îdlibê zêdetir bûn.
Berî şerê navxweyî li gor jimartina nifûsa dawîn bi qasî 2 milyon kes li bajarê Îdlibê dijî û ji Adara sala 2011ê vir va ku şer dest pê kir jimara şêniyên bajêr heta milyon û 200 hezar kesî daket.
Di adara sala 2015an da Îdlib ket destê eskerên muxalif û ji wê heyamê pê va wekî "kelha muxalifan" hat binavkirin.
- Niha nêzî 4 milyon sivîlî xwe spartiye Îdlibê
Îdlib ji ber ku bi Trikiyeyê ra jî xwedî sînor e di seranserê şerê navxweyî da bû navenda koçberiyê.
Ji ber êrîş û dagirkirinên rejima Beşşar Esed û piştgirên wî yên li seranserê welêt bajarê Îdlibê ji bo bi milyonan sivîl bû qadeke xwespartinê.
Li bajarê Îdlibê ji milyonekî zêdetir sivîl niha di qasî 200 kampên hema bi sînorê Tirkiyeyê va ne da dimînin. Li gor qeydên îdareya sivîl a herêmî li bajêr 2 milyon û 400 hezar sivîl ji der dora bajêr in û nêzî milyon û 300 hezar kes jî ji deverên curbecur ên welêt hatine Îdlibê.
- Girîngiya wê ya stratejîk
Li Sûriyeyê bi qasî 7 salan e ku şerê navxweyî dewam dike û Îdlib ji bo vî şerî niha wek devera şer lê asê bûye tê binavkirin û ji ber erdnîgariya xwe cihekî girîng tê hesibandin.
Rêya M5ê ya ku di bajêr da derbas dibe rêyên di navbera Tirkiye, Sûriye û Urdinê da digihêjîne hev û Îdlib di heman demê da ji bo Sûriyeyê jî wekî derî ye ku ber bi alî Behra Spî va vedibe.
Îdlib ji bo alîkariyên mirovahî jî deriyê sereke ye ku bi ser Sûriyeyê da vedibe û mehê nêzî hezar û 500 TIRên tê da alîkariyên mirovahî hene û nêzî 4 hezar û 500 jî TIRên bazirganiyê ji Deriyê Sînor ê Babulhewayê derbasî Sûriyeyê dibin.
- Kelha dawîn a muxalifan e
Di civîna Astanayê ya 4 û 5ê Gulana 2017an da hat kirin da Îdlib ji hêla Tirkiye, Rûsya û Îranê va di nav 4 Herêmên Kêmkirina Rageşiyê ya ku şer lê gelek zêde bû da hatibû bicihkirin.
Di çarçoveya lihevkirina Astanayê da Tirkiyeyê di Cotmeha sala 2017an da li Îdlibê 12 deverên agirbestê ava kiribû.
Nêzî 4 milyon sivîl di bin garantiya Artêşa Tirkiyeyê da jiyana xwe didomînin lê hersê Herêmên Kêmkirina Rageşiyê (Hums, Xutaya Rojhilat û Dera Quneyraya li eniya başûr) di 4 mehên dawîn da ji hêla rejim û piştgirên wê va hatin hildan.
Îdlib ji bo muxalifan kelha dawîn e ku li Sûriyeyê di destê wan da ye û niha rejimê ji alî rojhilat, rojava û başûr va dora bajêr girtiye.
Dema ku ji hêla rejim û piştgirên wê va ji bo zeftkirina Îdlibê operasyonek dest pê bike wê demê bi sed hezaran kes wê ji bajêr ber bi Tirkiye û Ewropayê va koç bike.