Li Venezuelayê mudaxaleya mirovî ya têkçûyî û pirsên ku li dû xwe hîşt
Xwepêşana aştiyane ya ku muxalefeta Venezuelayê îlan kir bû cihê tundî û aloziyê. Stratejiya dijî Maduro di qada navneteweyî da bal kişand lê encamên berbiçav tune ne
Ankara
Serokê Meclisa Neteweyî ya Venezuelayê Juan Guaîdo di 23yê Çileya Paşîn da madeyên 233, 333 û 350 ên qanûna bingehîn ji xwe ra kire bingeh û Serokê Dewleta Venezuelayê Nîcolas Maduro wek "nijdevan" bi nav kir. Guaîdo ji bo ku hikûmeta Maduro xilas bike dest bi muxalefetê kir. Ji ber vê plana nû ya muxalefeta Venezuelayê mutefîqên bihêz hatin bal hevdu, medyaya navnateweyî eleqe nîşanî wan da lê, encamên mirovan qanî bike derneketin holê.
Di qisma ewil a stratejiya Guaîdo da herî kêm 50 welatan Guaîdo wek serokê dewletê qebûl kir, lê di nav 193 welatên endamê Neteweyên Yekbûyî (NY) da ev hejmar kêm e. Rûsya û Çîn hê piştgiriyê nadin Guaîdo. Her çiqas hêzên Rojavayî piştgiriyê bidin wî jî hê rêyeke dirêj li ber wî heye ku ew di qada navneteweyî da Maduro nemeşrû nîşan bide.
Li Venezuelayê mirov bêyî ku serfkeftina Guaîdo an jî Maduro binêre, mirov dibîne ku li welêt pirsgirêka hêz û meşruiyetê heye. Ne rêvebirin, ne daraz, ne pergala hilbijartinê, ne welatî û ne jî hêzên çekdar Guaîdo wek serokê dewletê qebûl nakin.
Di qisma duyem a stratejiya Guaîdo da armanc ew bû ku ji bejahiyê li ser Kolombiya û Brezilyayê, ji behrê jî li ser Porto Rîko û Curacaoyê alîkariya mirovî bigîhînin gelê Venezuelayê. Hat plankirin ji 600 tonî zêdetir alîkarî ya ku Amerîka û Şîliyê şand di 23yê Sibatê da bigîhînin Venezuelayê. Hikûmeta Maduro nehîşt, lê parlamenterên muxalif ên Venezuelayê di 22yê Sibatê da li Cucutaya bajarê sînor ê Kolombiyayê civîneke çapemeniyê li dar xistin û gotin ji bo alîkarî bikeve welêt wê bi hezaran mirov sînor derbas bibin.
- Ya ku hat gotin û qewimî li hev negirt
Parlamenter Gaby Arellano û Jose Manuel Olîvares gotin evê bibe xwepêşaneke aştiyane, çalakvan wê kincên spî li xwe bikin. Wan wisa zen dikir ku li hemberî vê "şoreşa bêçek" Parastvanên Neteweyî yên Bolîvarcî wê gavek pêşva bavêjin û korîdorê vekin.
Bi sedan rojnamevan di 23yê Sibatê da ji bo ku van bûyeran bişopînin cihê bûyerê amade bûn, lê ya ku hat gotin û qewimî li hev negirt. Şûna kesên kincên spî li xwe kirine, ciwanên rûyê wan nixûmandî kevir û molotof avêtin Parastvanên Neteweyî yên Bolîvarcî. Wan jî guleyên lastîk û xaza rondikrêj li ser çalakvanan da barandin. Destûr nehat dayîn ku sînor bê vekirin û alîkarî derbas bibe.
Guaîdo û mutefîqên wê gotin parastvanan zext li ser çalakvanan kirine, gelek saziyên çapameniyê jî ev gotin dubare kirin. Lê mirov dikare bibêje li kîjan welatê dinyayê dibe bila bibe li hemberî êrîşeke axa xwe ew welat dikare bi çekên mirovan nakuje va bersivê bide vê êrîşê.
Ev komên ku ji ciwanan pêk tên, li ser pireyên Simon Bolivar û Francisco de Paula Santander ku li kêleka sînor in, pevçûneke ku heft saetan dewam kir, bi rê va birin. Di vê navberê da polêsê Kolombiyayê yê ku ji pêkanîna asayîş û yekîtiyê berpirsiyar e, hema ji xwe ra sekinî û bûyer temaşe kirin, midaxale nekir ku di navbera ew qas merivan da rageşî û şidet dernekeve. Rayedarên Kolombiyayî çima destûr da ku jiyana ew qas mirovên ciwan ket rîskê û çima destûr da ku êrîşî welatekî cînar bikin? Xwepêşandêr birîndar bûn û ser axa wan da xazên îsotê hatin barandin, di vê rewşê da çima pasîf man?
Mijareke din jî hebûna komên çekdar ên sivîl ên Venezuelayî ku qaşo şirîk in. Hebûna wan a li Venezuelayê nayê înkarkirin; baş tê zanîn ku meriv kuştin, ji hikûmeta Chavez çek sitandin û şoreşa Bolîvarê parastin. Di xwepêşandanên 23yê sibatê da li aliyê Venezuelayê va çendîn caran êxbara van komên çekdar hatin kirin. Ji aliyekî din va hat gotin ku kes nemiriye.
Di dawiya rojê da tu alîkariyeke însanî neket Venezuelayê û şûna wê herî kêm 285 kes birîndar bûn. Du kamyonên ku alîkarî tê da bûn li ser Pireya Francisco de Paula Santander hatin şewitandin. Kê berpirsê vê ye, hê ne diyar e. Rojên din ciwanan kevir û molotof avêtin, lê hê dengê rayedarên Kolombiyayî derneketin û li ser pireyên sereke van xwepêşandanan dewam kir.
- Di 23yê sibatê da rola pêşengên mixalefetê
Dema ku meriv di bûyera 23yê sibatê da li rola pêşengên mixalefetê dinhêre pirsên din dertên holê. Her çend soz dan ku wê alîkariya însanî bela bikin jî, ji pêşengên mixalefetê tenê çend kesan di nav pevçûnan da xûya kirin. Wan jî nikaribûn qerebalixiya sivîlan kontrol bikin. Di ser da hin organîzatorên ku êlengên şîn li xwe kiribûn xwepêşandêr teşwîq dikirin û ji bo ku êrîşî cihên ser sînor bikin maske û alav didan wan. Ka ev ê bûbûya xwepêşandaneke aştiyane?
Ji aliyekî din va piştî ku Guaido danê nîvro civîna çapemeniyê li dar xist û şûnda li ser sînor derket ser tepa kamyoneke ji 14 kamyonên alîkariyê ku li ser sînor hatin teşhîrkirin. Li vê derê heta êvarê poz da rojnamegerên ku wî ji Cucutayê dişopînin. Paşê ji ser kamyonê peya bû û heta ku bi şev civîna çapemeniyê li dar bixe, li ber çavan winda bû. Ne pêşengî kir ku alîkarî were belakirin ne jî hewl da ku ev veneguhere bûyerên şidetê.
Guaido pêşengî nekir ku alîkarî were belakirin û wezîfeya xwe bi cih neanî. Guaidoyê ku dibêje ez serokê dewleta Venezuelayê yê berwext im, çima destûr da ku komek sivîl êrîşî artêşa wî bike û êrîşî axa wî bike, fêmkirina vê zehmet e. Guaido qeyê nikaribû li ber medyaya Kolombiya û medyaya dinyayê bi awayekî aştiyane ji eskeran ra ferman bikira ku destûrê bidin da ku alîkarî têkeve welêt? Her kesî ev tişt dixwast.
- Alîkariya însanî?
Ji nîqaşan nîqaşek jî ew bû ku bi tonan alîkariya dihat plankirin ji Venezuelayê ra were şandin gelo wê navê wê daynin "alîkariya însanî" yan daneynin.
Dema ji hêla hiqûqa mafên mirovan va lê mêze dikin ji bo ku alîkeriyek wekî "alîkariya mirovahiyê" were qebûlkirin dibê li gor rêgezên bêalîabûn û serbixwebûnê werin organîzekirin. Dibê ji bo mirovahiyê were kirin û li gor hewcedariyên berê hatine tesîtkirin werin amadekirin. Alîkariya dixwestin bişînin Venezuelayêli gor van şertan nayê kirin. Ya rastî Xaça Sor a Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî di 23yê sibatê da ji ber ku naveroka alîakriyê bûye siyasî gotin ev "însanî" nîne û ew ê tevlî organîzasyona belavkirinê nebin.
Ya ku li qadê tê dîtin jî nîşan dide ku alîkariya didin mirovan ji bo jesteke însanî nayê dayîn. Ji bo ku Nîcolas Maduroyê Serokê Venezuelayê di raya giştî ya dinyayê da piçûk nîşan bidin û nemeşrû îlan bikin vê dikin. Piştî vê Guaîdo serfiraziya xwe îlan kir lêbelê ji bo ku di belavkirina alîkariyê da bi ser ketin îlan nekir, ji ber ku rûyê Madurê yê tund nîşanî dinyayê da serfirazî îlan kir... Wê çaxê armanca vê alîkariya însanî çi bû?
Heke armanc ew bû ya ku alîkarî bidana bi milyonan welatiyên Venezuelayê yên hewcedar ew ê bi rêyeke din ev kara bikirina û ji tundiyê dûr bisekiniyana. Her çiaqî Madurê qabûl nake ku li welatê wan kirîza mirovahiyê heye jî, hin saziyên alîkariyê bi rêyên cuda alîkariyê digihînin Venezuelayê. Dema vê alîakriyê didin jî aninîm dimînin û digihîjin hewcedaran.
- Fîrara eskerên Venezuelayê
Heke li dijî Madurê serkeftinek hebe jî ew e ku hin eskerên Venezuelayê ji sînor ra derbasî Kolombiyayê bûn û ji meqamên wê derê parastin xwestin.
Serokên mixalefeta Venezuelayê bangî eskeran dikin ku bira derbasî aliyê rast bibin.
Li gor rayedarên îdareya koçê ya Kolombiyayê, ji 23yê sibatê hetanî 27ê sibatê herî kêm 570 endamên artêşa Venezuelayê ji wezifeya xwe dev berdan.
Li gor agahiyên li ser malpera Wezareta Parastinê li ser vê reqemê niqaş heye lê belê hejmara eskerên Arêşa Neteweyî ya Bolîvarîst di navbera "95 hezar û 150 hezarî da ye" fîrar hê nagihîjin ji sedî 1ê artêşê.
Dibe ku biryarên şexsî ji Maduro ra peyamekê bişînin lêbelê artêşê pozisyona xwe ya li aliyê Maduro neguherand û guh neda Guaîdo û mitefîqên wî û derbeya eskerî nehatkirin.
Wekî mayîn eskerên ku firar kirin jî ji payebilindan pêk nayên. Li gor Kolombiyayê tê wê meneyê ku ji bo parastina wan a nav welêt hewleke mezin bide, lêbelê agahiyên ji wan werin sitandin jî kêrî wan nayê ku li dijî Maduro bi ser bikevin.
[Daniel Salgar Antolinez, wekî Edîtorê Xeberên Îspanyolî ya Ajansa Anadoluyê (AA) dixebite]
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.