14 Nîsan 2017•Rojanekirin: 14 Nîsan 2017
KONYA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê têkoşîna li dijî terorê û çekberdana PKKyê de got: "Me di 20 mehan de nêzîkî 11 hezar terorîst kuştin. Em ketin şikeftên wan. Emê zêdetir herin. Bi îzna Xwedê dê dakevin sifirê. Divê hemû çekên xwe binerd bikin wek din çare tuneye."
Serokomar Erdogan, li bajarê Konyayê Meydana Bajêr a Kiliçarslan di "Hevdîtina Konyayê" de axivî.
Erdogan, li vê derê li ser şerê dijî terorê wiha agahî dan:
"Me di 20 mehan de nêzîkî 11 hezar terorîst kuştin. Em ketin şikeftên wan. Emê zêdetir herin. Bi îzna Xwedê dê dakevin sifirê. Divê hemû çekên xwe binerd bikin wek din çare tuneye. Heta ku ez sax bim dê ev mucadele bidome. Li welatê me yên ku xulamtiya hêzên dijminê dikin têkoşîn li dijî wan ferz e."
Erdogan behsa têkiliya PKK, PYD û YPGyê bi Kurdan re jî kir û got: "Çi eleqeya PKK, PYD û YPGyê bi kurdan re heye? Ev komeke qatilên bikirêgirtî ne. Kî pereyan bide ji bo wan dixebitin. Ma tu eleqeya DEAŞê bi misilmantiyê re heye. Hela FETO, toreke xayintiyê ye ku xelkê xwe dikuje."