Fatih Gazioğlu
29 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2019
NEW YORK
Li Teksasa eyaleta Amerîkayê li mektebekê êrîşa biçek hat lidarxistin. Di bûyerê da êrîşkar hat kuştin û 5 polês jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji beşa polêsan ya li bajarê Houstonê hat dayîn, êrîş li liseyek herêmê çêbû.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmê di êrîşê da 5 polês birîndar bûn û êrîşkar jî hat kuştin.
Şaredarê Houstonê Sylvester Turner li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek parvekir û got ku êrîşkar hatiye kuştin.
Der barê sedema êrîşê da hê tiştek nayê zanîn.