Fatih Gazioğlu
18 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2018
ANKARA
Serokwezîrê Pencaba Eyaleta Pakistanê yê berê û Serokê Partiya Yekîtiya Misilmanan ya Pakistanê (PML-N) Şahbaz Şerîf wiha got: "Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di navenda guherîna Tirkiyeyê da cih digire. Rewşa dinayayê ne baş bû, li her derê bêhizûrî û kaos hebû. Erdogan û AK Partiyê di demekê wiha da serokwezîrtiyeke mezin kir û îstiqrar anî Tirkiyeyê."
Şerîf li ser hilbijartinên li Pakistanê yên ku wê 25 tîrmehê were kirin û der barê têkiliyên Tirkiye û Pakistanê da daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê.
Şerîf got ku Tirkiye ji bo Pakistanê welatekê gelekî girîng e û wiha dewam kir:
"Tirkiye welatetekê xwedî dîrokeke kevnar e. Tirkiye û Pakistan bi 10an salane dostên hev in û têkiliyên wan gelekî baş in. Di meseleyên herêm û dinyayê da fikra wan yek e. Tirkiyê di 20 salên dawî da li herêmê wekî hêzeke aborî û demokrasiyê derket holê."
Şerîf got ku ji bo Pakistanê jî firsendên mezin wê çêbibin û ew ê di hilbijartinên 25ê tîrmehê da were kirin da bawer dike ku wê serkeftî bin û wiha dewam kir:
"Eger em bibin îqtidar em ê herî zêde bona têkoşîna dijî terorîzmê bixebitin. Em bawer dikin ku Pakistan wê hemû pirsgirêkên xwe çareser bike û bibe welatekî aştiyane. Divê em serî da di nav xwe de bitifaq bibin. Menfeata Pakistanê ji hemû tiştan girîngtir e. Ji ber vê yekê ji kesên ku bona zarokên me û pêşeroja welêt bixebitin ez ê gelekî memnun bibim."