Önder Beyter
27 Adar 2016•Rojanekirin: 28 Adar 2016
ÎSLAMABAD
Hat ragihandin ku hejmara kesên ku di êrîşa bibombe ya li lûnaparka bajarê Lahorê ku paytexta eyaleta Pencapa Pakistanê ye, derket 63an.
Çavkaniyên Serokwezîriyê yên li eyaleta Pencapê destnîşan kirin ku di êrîşa bibombe ya li lûnaparka "Gulşen Îqbal"ê da 63 kes mirin, bêtirî 300 kesî birîndar bûn.
Serokwezîrê Pakistanê Nawaz Şerîf jî piştî êrîşê 3 roj şîn ragihand.
Hatibû ragihandin êrîşa ku li Lahora paytexta eyaleta Pencapê rû da, ji aliyê êrîşkarekî xwekuj va pêk hat û dijî xelkê ku di betlaneya yekşemê da seba geşt û gerê hat lûnaparkê qewimî.