Sevim Hatun
22 Tebax 2017•Rojanekirin: 23 Tebax 2017
SAN FRANCISCO
Li şirketa Johnson & Johnson a DYAyê bi îdiaya pûdraya ku çêdike dibe sedema nexweşiya pençeşêrê doz hat vekirin û şirketê 417 milyon dolar tezmînatê wê bide.
Dadgeha Bilind a Los Angelesê biryar da ku şirketê 417 milyon dolar tezmînatê bide Eva Echeverriaya ku lê doz vekir.
Echeverriayê gotibû pûdraya ji sala 1950yî heta sala 2016an bi kar aniye bûye sedema pençeşêrê û li ser vê doz vekiribû.
Parêzerên Echeverriayê ji bo biryara ku dadgehê da kêfxweş in.
Ji bilî vê dozê 4 hezar û 800 dozên ku li şirketa Johnson & Johnsonê hatine vekirin hene. Sala par dadgeha li eyaleta Mîssouriyê 300 milyon dolar tezmînat dabû dewedarên xwe.