ŞAM
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) diyar kir ku hêzên artêşa Beşar Esed bi çekên giran êrîşî bajarên lê muxalif zêde dijîn kir û di encama operasyonan de 5 jê zarok 8 jî jê jin bi tevahî 78 kes mirin.
Li gorî daxuyaniya RMMSyê hêzên rejimê him ji hewayê him jî ji bejayê êrîşî herêmên di destê dijberên rêvebiriyê de ne kir û di encama operasyonan de li banliyoyên paytext Şamê 31, li Helebê 13, li Îdlibê 10, li Xûmûsê 10, li Hesekeyê 5, li Hamayê 5, li Lazkiyeyê 2 û li Derayê 2 kes bi tevahî 78 kes mirin.
Di vê navberê de Komîteya Kordînasyonê ya Herêmî ya Sûriyeyê (LCC) daxuyand ku balafireke hêzên girêdayî artêşa Sûriyeyê bi "bombeyên warîlê" êrîşî bajaroka Hrytanê ya li ser Helebê kir û hat diyarkirin ku bombeyeke warîlê jî neteqiyaye.