HELEB
Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (RMMS) diyar kir ku hêzên artêşa Beşşar Esed li gelek bajaran bi çekên giran li hemberî muxalifan operasyon li dar xistin. Di operasyonan de 5 jê zarok, 10 jê jin bi tevahî 67 kes mirin.
Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê hêzên artêşa rejimê li bajarên ku di destê muxalifan de ne ji hewa û erdê operasyon li dar xistin. Di operasyonan de li Helebê 18, li berbajarê paytext Şamê 15, li Îdlibê 9, li Xumûs û Hamayê her yekî 6, li Deyru'z Zorê 5, li Derayê 3, li Rakkayê 2, li Lazkiye û Suveydayê her yekî yek, bi tevahî 67 kes mirin.
Ji aliyê din ve di daxuyaniya Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê de hat gotin ku firoke û balafirên artêşa Sûriyeyê bajarokên Hrytan û Anadana Helebê bombebaran kirine û gelek mal hilweşiyane û xesar dîtine.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê daxuyand ku hêzên ewlehiyê li hemû welêt operasyon li dar xistin û di operasyonan de gelek komên çekdar hatin kuştin, wesaîtên wan hatin şewitandin.