HELEB
Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (RMMS) diyar kir ku yekîneyên artêşa Beşar Esed ji hewa û bejayê êrîşî herêmên di destê muxalifan de ne kirin, di encama êrîşê de 9ê wan zarok, 7ê wan jin bi tevahî 67 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya RMMSyê de hat destnîşankirin ku hêzên Esed ji hewayê re bi bombeyên warîlê û bombeyên waqumê ve û li bejayê jî bi topên hewanê û fuzeyên grad ve êrîşî herêmên di detê muxalifan de ne kirin. Di encama êrîşan de li dorberê Şamê 15, li Helebê 15, li Lazqiyeyê 11, li Îdlibê 7, li Humusê 7, li Hamayê 5, li Reqayê 4, li Dêrazorê 2, li Derayê 1 bi tevahî 67 kes hatin kuştin.
SANAya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê jî diyar kir ku hêzên ewlekariyê operasyon birin ser Heleb, Hama, Humus û Şamê û di encama operasyonan de gelek kesên çekdar hatin kuştin.