QAHÎRE
Dadgeha Îstînafê ya Misrê biryar da ku di 25ê tebaxê de dest bi darizandina Muhammed Bedîî, Reşat Beyûmî û Hayrat Şatir bê kirin. Ev her sê rêberên Îxwanê bi hinceta ku di 30ê hezîranê de, di bûyerên li dorexên navenda Îxwanê ya li Mukattanê de hin xwepêşandêr kuştine û bûne sedam mirina hin xwepêşandêran ve, tên suçdarkirin.
Serdozgeriya Misrê dosyeya dozê, di tîrmehê de sewqî mehkemeya cezayê kiribû.
Navenda giştî ya Îxwanê ya li Mukattanê di 30 hezîranê de hatibû dorpêçkirin û endamên di avahiyê de asê mabûn û çalakvan pev çûbûn. Di bûyerê de 8 kes miribûn.