Abdullah Tel
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 05 Gulan 2018
WASHINGTON (AA) - Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump wê di 22yê gulanê da li Qesra Spî, Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in ra bê bal hev.
Berdevka Qesra Spî Sarah Sandersê der barê hevdîtina Trump û Moon da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku herdu lîder di 22yê gulanê da cara sêyemîn wê bên bal hev û hat ragihandin ku têkiliya di navbera herdu welatan da gelekî xurt e.
Hat gotin ku di hevdîtinê da wê li ser lutkeya di 27ê nîsanê da navbera Moon û lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-un pêk hatibû û hevdîtina ku wê di rojên pêş me da Trump û Kîm bikin, bê sekinîn.