Abdullah Tel
05 Gulan 2018•Rojanekirin: 06 Gulan 2018
ÎDLIB
Di êrîşa hewayî ya ku li hin deverên Îdliba Sûriyeyê hat lidarxistin da 6 sivîl hatin kuştin û 12 jî birîndar bûn.
Midûrê Parastina Sivîl a Îdlibê Mistefa Hac Yusif daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li çoltera başûrê Îdlibê duh bi şev li ser deverên niştecih lê hene êrîşê tund ên hewayî hatin kirin.
Hac Yusif destnîşan kir ku di êrîşa li ser gundên El Nukayer û Oreynibeya ser Xan Şêxûnê cih digirtin hat kirin da 6 sivîl mirin û piranî jê zarok 12 sivîl jî birîndar bûn.
Li gor daneyên Midûriyeta Parastina Sivîl a Îdlibê ji serê salê vir va di êrîşên hewayî da 149 jê zarok û 121 jî jin bi tevahî 652 kes hatin kuştin û 4 hezar û 291 kes jî birîndar bûn.