Dinya

Serokwezîrê Îrlandayê Varadkar biryara îstifayê hilda

Leo Varadkarê Serokwezîr Îrlandayê di daweta ji bo Roja Ezîz Patrîck a Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê da ku eslê xwe ji Îrlandayê ye bi axaftina xwe ya ku tiştên li Xezeyê diqewimin dişibîne rabirdûya Îrlandayê hatibû rojevê

Zuhal Demirci  | 21.03.2024 - Rojanekırın : 22.03.2024
Serokwezîrê Îrlandayê Varadkar biryara îstifayê hilda

Ireland

 Leo Varadkarê Serokwezîrê Îrlandayê ragihand ku dê ji peywira xwe îstifa bike.

Varadkarê 45 salî ku ji sala 2017an vir va li Îrlandayê serokatiya giştî ya partiya Fîne Gaelê dike di daxuyaniya xwe ya li paytext Dublînê da maweya ku serokatiya welatê xwe kir wekî "heyama herî tetmînkar a jiyana xwe" pênase kir.

Varadkarê ku du caran wekî Serokwezîrê Îrlandayê peywir kir ji bo sedemên devjêberdana peywirê got ku "hem şexsî ye hem jî siyasî."

Varadkar ragihand ku ji serokatiya partiyê jî îstifa kir û ragihand ku dema paşwerê wî dest bi peywirê kir dê demildest ji peywira Serokwezîriyê jî berde.

Varadkarê ku di dema axaftina xwe da hestewar bû got ku "Piştî 7 salên min ên peywirê êdî wisa difikirim ku ji bo vê karê kesê herî guncav ez nînim."

Varadkarê dema ku di sala 2017an da di 38 saliya xwe da peywira serokwezîriyê hilda xwedî unvana serokwezîrê herî ciwan a Îrlandayê ye. Varadkar piştî ku ji peywira xwe îstifa kir dê wek endamê parlementoyê bimîne.

Leo Varadkarê Serokwezîr Îrlandayê di daweta ji bo Roja Ezîz Patrîck a Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê da ku eslê xwe ji Îrlandayê ye bi axaftina xwe ya ku tiştên li Xezeyê diqewimin dişibîne rabirdûya Îrlandayê hatibû rojevê.

Varadkar drama li Xezeyê şibandibû heyama ku welatê wî hatibû kolonyalîzekirin û bi gotina "Em dikarin dîroka xwe di çavên wan da bibînin." û gazin li Serokê Amerîkayê kiribûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın