Dinya

Li Akrê pîrozbahiya Newrozê birêva çû

Heman Hussein Yaseen  | 21.03.2024 - Rojanekırın : 08.04.2024
Li Akrê pîrozbahiya Newrozê birêva çû Li Akrê pîrozbahiya Newrozê birêva çû (2)

Dahuk

 Li Akrêya navçeya Duhokê weke kevneşopiyeke salane, pîrozbahiya Newrozê bi dadana agir û govendê birêva çû.

Êvara 20ê adarê her sal, li navçeya Akrê bi awayekî cihê, bi dîmenekî rengawareng û balkêş pêşwazî li hatina biharê û newrozê tê kirin. Îsal jî bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî û gelek nûner û konsolosên welatan û mêvanan merasima newrozê li çiyayê Serê yê Akrê hat lidarxistin.

Merasima newrozê ku li navçeya Akrê bê şêwazeke cuda tê pîrozkirin, gel bi cilûbergên neteweyî ji bajar û bajarokên derdorê beşdarî tê da dikin û temaşeyî dîmena li Çiyayê Serê yê Akrê dikin.

Serokwezîrê HKIyê Barzanî di merasimê da gotarek pêşkêş kir û tê da anî ziman ku tu salekê, li tu cihekî weke Akrê cejna newrozê nayê pîrozkirin û got, "Em dixwazin Akrê bibe navenda pîrozkirina newrozê."

Di merasimê da bi hezaran ciwan bi hilgiritna meşxeleyên agir bi Çiyayê Serê yê Akrê va hilkişiyan.

Îsal ku li gorî salnameya Kurdî bû 2724 ji ber vê jî 2724 meşxel hatibûn amadekirin, her ciwanekî yek hilgirt û di navbera hevdu da herî kêm 2 metro hiştin û bi vî awayî bi Çiyayê Serê yê Akrê va hilkişiyan.

Navçeya Akrê ser bi parêzgeha Duhokê ye. Bi qasî 85 kîlometroyan li rojhilatê Duhokê, 85 kîlometroyan li bakurê Hewlêrê û 85 kîlometroyan li bakurê rojhilatê bajarê Mûsilê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın