Dinya

Serokwezîrê Îngiltereyê Johnson bangî Îsraîlê kir ku "dev ji plana îlhaqê berde"

Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson bangî Îsraîlê kir da ku ji plana "îlhaq"ê ya hin herêmên Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriyê da ye, betal bike.

İbrahim Atmaca  | 01.07.2020 - Rojanekırın : 01.07.2020
Serokwezîrê Îngiltereyê Johnson bangî Îsraîlê kir ku "dev ji plana îlhaqê berde"

Quds

Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson bangî Îsraîlê kir da ku ji plana "îlhaq"ê ya hin herêmên Şerîeya Rojava ya di bin dagirkeriyê da ye, betal bike.

Johnson di gotara xwe ya ku di rojnameya Yedîot Aharonotê ya Îsraîlê da hat weşandin da hişyarî da ku "îlhaq" wê dijî hiqûqa navneteweyî be.

Johnson di gotara xwe ya ku sernava wê "Wek hevalê Îsraîlê ez bang dikim ku îlhaqê neke" daniye da got ku ew ji bo plana "îlhaq"ê ya axa Filistînê li ber xwe dikeve.

Johnson got ku xêra "îlhaq"ê wê ji Îsraîlê ra çênebe û wê piştî wextan zirarê bide berjewendiyên Îsraîlê.

Johnson hişyarî da ku "îlhaq" wê têkiliyên pêşketî yên navbera welatên Ereb, alema Îslamê û Îsraîlê têxe talûkeyê û wiha dewam kir, "Ez hêvî dikim ku plana îlhaqê neyê sepandin. Heke were sepandin, Îngiltere wê ji bilî mitabaqata sînorên 1967an a navbera herdu aliyan (Filistîn-Îsraîl), wê tu guhertinên ser sînorên 1967an nas neke."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.