Dinya

Rejima Esed bi ava keliyayî êşkence kir

Êşkence ji bîra Muxlîs Drubiyê rejima Beşar Esed 7 salan bi neheqî di girtîgehên xwe da girt û lê êşkence kir naçe.

Haydar Şahin  | 01.07.2020 - Rojanekırın : 02.07.2020
Rejima Esed bi ava keliyayî êşkence kir

İdlib

Êşkence ji bîra Muxlîs Drubiyê rejima Beşar Esed 7 salan bi neheqî di girtîgehên xwe da girt û lê êşkence kir naçe.

Muxlîs Drubiyê ji Hemayê yê 42 salî di sala 2012an da bi hinceta tevlî çalakiyên dijî rejimê bûye hat girtin û hetanî sala 2019an di girtîgehê da hat girtin daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Drubî got, "Hêzên Esed ez, çar birayên min û mêrên gundê me binçav kirin û em birin baregeha eskerî ya li Dêr Şîmela gundê li rojavayê Hemayê. Em xistin tekerên lastîk û bi boriya avê li me xistin."

Drubî destnîşan kir ku di binaçvkirinê da rastî êşkenceyê hat û wiha pê da çû: "Ji arîg zincîr darda kiribûn û em bi van zincîran girê dan ji erdê 10 samtêm bilind kirin. Ava keliyayî di ser me da ro kirin. Li ser me cixare temirandin."

Drubî diyar kir ku paşê sewqî Balafirgeha Eskerî ya Hemayê kirin û wiha axivî: "Dema ji derî ra ketin hundir em kutan. Em tazî û rût kirin. Berê me di dîwêr da kirin. Paşê bi êşkenceyên cuda ji min tişt pirsîn."

- "Kesê li merivan êşkenceyê bike însan nîne"

Drubî got ku êşkencekarê di girtîgehê da her tim jê ra çêr dikirin û qala miemeleya anîn serê wî kir û wiha axivî:

"Êşkencekar ji min pirsî ku ji ku derê me. Min got ji Hemayê me, ji diya min ra da xebera. Paşê xwest ku ez çok vedim. Dema min guh nedayê bi lastîka motorê (trîger) li min xist. Çermê min radibû. Bi min kesê li merivan êşkenceyê bike însan nîne. Navê kesê li min êşkence kir Somer el Wahîd bû. Nizanim ji ku derê ye an jî kî ye. Bi tanê di nav kesên êşkence didîtinin da dihat zanîn."

Çavkaniyên mixalif diyar dikin ku nika di girtîgehên rejimê da herî kêm 500 hezar kes hene. Li gor raporên Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya binpêkirina mafên mirovan dişopîne, li welêt ji adara 2011an hetanî nika 173yê wan zarok, 46ê wan jin bi tevahî 14 hezar û 235 kes di êşkenceya hêzên rejimê da hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın