Aşkın Kıyağan
15 Gulan 2024•Rojanekirin: 16 Gulan 2024
BRATÎSLAVA (AA) - Hat ragihandin ku Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fîco di êrîşa çekdarî ya piştî Civîna Lijneya Wezîran a li bajarê Handlovayê hat kirin da birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneyê û êrîşkar hat girtin.
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Slovakyayê (TARS) da hat diyarkirin ku piştî Civîna Lijneya Wezîran a li Mala Çandê ya li bajaroka Handlovayê ya li herêma Trencînê hat kirin gule berdan avahiyê.
Hat gotin di êrîşê da Fîco birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê êrîşkarê çekdar girtin.