İbrahim Atmaca
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî ji bo xebata hilbijartina giştî ya ku di 12ê gulanê da were kirin, çû Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê pêşwaziya Îbadî kir. Îbadî piştî referanduma di 25ê îlona 2017an da li Herêma Kurdistana Iraqê hat kirin û şûnda cara ewil e diçe Hewlêrê.
Îbadî û Barzanî li balafirgehê bêyî çapemeniyê civiyan û paşê derbasî Salona Konferansê ya Saad Ebdullah bûn û beşdarî bernameya danasînê ya namzedên parlamenteriyê yên Hewlêrê yên Koalîsyona Serkeftinê ku serokatiya wê dike, bû.
Îbadî di civîna danasîna parlamenteran da axaftineke kin kir û wiha got: "Em destûrê nadin ku siyaset ferq û cudahiyê têxe navbera welatiyan. Li gor me divê tu ferq û cudahiyê nexin nav welatiyên Hewlêr, Silêmanî, Besra, Enbar, Bexda û Mîsanliyê."
Îbadî got: "Em îro dewleteke nû ava dikin û tê da wê tu ferq û cudahî tunebe."
Îbadî ji Herêma Kurdistana Iraqê piştevaniyeke zêdetir xwest û wiha dewam kir: "Di çarçoveya makezagonê û li cihekî demokratîk birayên ku ji heman welatî ne dikarin hemû îxtilafên navbera xwe çareser bikin."
Li gor hilbijartinên berî niha, partiyên siyasî yên Ereb cara ewil li Herêma Kurdistana Iraqê ofîs vekirin û ji bo ku ji vê derê jî rayê hildin dixebitin.
Tê payîn ku Serokwezîr Îbadî piştî Hewlêrê li wilayeta Dihokê jî beşdarî xebatên hilbijartinê bibe. Îbadî duh bajarê Mûsil û Silêmaniyê ziyaret kiribû.
Li Iraqê di 12ê gulanê da hilbijartina giştî wê were kirin û bi tevahî 328 parlamenter wê têkevin meclisê û 7 hezar û 376 namzed ji bo têkevin meclisê dikevin hilbijartinê. Li Iraqê 24 milyon hilbijêr hene. Nifûsê Iraqê jî nêzî 37 milyonî ye.