Muhammet Kurşun
27 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
SEUL
Di hevdîtina tarîxî ya lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un û Serokdewletê Koreya Başûr Moon Jae-in de ji herdu lîderan jî peyamên erênî hatin dayîn.
Kim, li gor wextê wî welatî serê sibehê zû ji Pyongyangê derkete rê û derbasî aliyê başûr Panmunjomê bû ku di sînorê herdu dewletan de ye.
Kim li vê derê di Mala Aştiyê de bi Serokdewletê Koreya Başûr Moon re civiya.
Herdu lîderan pêşî destên hev girtin, silav dan yekeya merasimê ya ji eskerên Koreya Başûr pêk dihat û Kim deftera ziyaretê ya li Mala Aştiyê îmze kir. Kim li vir wiha nivîsand: "Ji niha û pê de tarîxeke nû dest pê dike, di nuqteya destpêkeke tarîxî ya serdema aştiyê de."
Zîrweyê berî bernameya diyarkirî bi 15 deqîqeyan dest pê kir û xwişka lîderê Koreya Bakur ku wek nûner şandibû Koreya Başûr Kim Yo-jong di hevdîtinê de cih girt.
Kim di qismê civînê yê ji bo çapemeniyê vekirî de diyar kir ku wê bi Serokdewletê Koreya Başûr Moon re hevdîtineke semîmî û durist bike û bihêvî ye ku encameke baş ji zîrweyê derkeve.
Kim ji Moon re got ew gelekî bikelecan ku "li vî cihê tarîxî" ye û loma jî sipasiya wî kir. Kim wiha axivî:
"Ez hêvîdar im ku ev zîrwe ji bo em bi hev re bimeşin şansek be. Em dixwazin ji dêvla encamên ku di pratîkê de nayên bicihkirin, destkeftiyên bibiryar çêbibin."
Moon jî ji bo qebûlkirina zîrweyê sipasiya Kim kir û got: "Serok Kim, xeta eskerî demarkasyon derbas kir. Loma jî Panmunjom bû sembola aştiyê ne cudatiyê."
Moon bal kişand ser wê yekê ku çav û guhên dinyayê li Panmunjomê ne û hêviya hemû milletan ji vê hevdîtinê gelek e.