Abdullah Tel
08 Tebax 2020•Rojanekirin: 09 Tebax 2020
Hat ragihandin Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî wê di 20ê Tebaxê da ji bo serdanê biçe Amerîkayê.
Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê di daxuyaniya weşand da diyar kir ku bi pêşengiya Kazimî va wê heyetek di 20ê Tebaxê da biçe Amerîkayê û bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra hevdîtinê bike.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Kazimî di hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê da wê li ser mijarên tendûristî, vejen, ewlehî, veberhênanî û têkîliyên aborî bisekine.
Serokwezîrê Iraqê serdana xwe ya ber bi derveyê welêt cara ewil di 21ê Hezîranê da kiribû û çûbû Îranê.