Abdullah Tel
08 Tebax 2020•Rojanekirin: 09 Tebax 2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) 132 kesên din jî mirin û hejmara miriyan gihîşt 18 hezar û 264an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê ji ser têlevîzyona dewletê daxuyanî da û agahiyên dawîn ên der barê Kovîd-19ê da parve kir.
Lariyê di axaftina xwe da got ku di nav 24 saetên dawîn da ji kesên şewba Kovîd-19ê bi wan ra hebû 132 kes mirin û wiha pê da çû: "Li seranserê welêt 2 hezar û 150 waqieyên nû hatin tesbîtkirin û ji wan jî 1049 kes li nexweşxaneyan tên tedawîkirin."
Berdevkê got ku bi hejmarên dawîn va li seranserê welêt heta niha 18 hezar û 264 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û 322 hezar û 692 kes jî bi şewbê ketin.
Di berdewamiya axaftina xwe da Lariyê destnîşan kir ku ji pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt rewşa 4 hezar û 148 kesan girane û heta niha 282 hezar û 122 kes jî filitîne.
- Xebatkarên tendûristiyê ji ber meha miheremê hişyarî dan
Ji hêla din va xebatkarên tendûristiyê yên li Îranê bal kişandin ser rewşa şewba Kovîd-19ê ya li çar aliyê welêt belav bûye û gotin ku nimayîş û miameleyên bi komî yên di meha miheremê da heke bên kirin hejmara pêketiyan wê zêdetir bibe.
Konseya Tibê ya Îranê ji bo meqamên rayedar ên olî wek bangewazî nameyek weşand û xwest ku bila reşgirêdanên di meha miheremê da tên kirin li gor rê û rêzikên tewdîran bên kirin.
Di nameyê da hat gotin merasimên komî wê rê li ber belavbûna Kovîd-19ê zêde bike û hat xwestin ku di şûna merasiman da jî bila rêbazên nû yên wek ji ser înternetê weşan kirin û pakêtên xwarin û xurekê li hewcedaran belav bikin.