Haydar Şahin
08 Tebax 2020•Rojanekirin: 09 Tebax 2020
Li Somaliyê di teqîna li pêşiya baregeha eskerî da 8 esker hatin kuştin, 14 kes birîndar bûn.
Mihemed Huseynê ji rayedarên ewlekariya Somaliyê diyar kir ku li ber deriyê baregeha eskerî ya li nêzî stadyuma teze hatibû vekirin a li Warta-Nabaddaya herêma Mogadîşuyê wesayîta bimbebarkirî hat teqandin.
Huseyn destnîşan kir ku di teqînê da 8 esker hatin kuştin, 14 kes jî birîndar bûn, ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.
Polêsan li herêmê tevdîrên ewlehiyê hildan, ambûlans sewqî herêmê kirin.