BEXDA
Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande diyar kir di konferansa ku tê payîn di 15ê îlonê roja duşemê bê lidarxistin de dê li ser mijarên yekîtiya Iraqê, kordînastona piştgiriyê û arîkariya ji bo têkoşîna li dijî DÎŞIya rêxistina terorê, bisekînin.
Hollande ji bo ku têkiliyên fermî dayne li Iraqê ye. Hollande bi Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm re li paytext Bexdayê hat bal hev. Hollande di civîna çapemeniyê ya ku hat lidarxistin de axivî û got ku ji bo piştgiriyê bidin Iraqê dê hefteya bê civînek bikin û li bendê ne ku gelek welat beşdarî civînê bibin.
Hollande got ku "Mijara konferansa ku dê hefteya bê li Parîsê bê lidarxistin, piştgiriya ji bo yekîtiya Iraqê û kordînasyona têkoşîna li dijî rêxistina DÎŞIyê ye." û qal kir ku welatê wî di şaxên siyasî û ewlehiyê de DÎŞIyê wekî "dijminê hevpar" bi nav dike û dê di mijara têkoşînê de piştgiriyê bide Iraqê.
Mehsûm jî konferansa tê payîn ku li Parîsê bi mijara Iraq û têkoşîna li dijî DÎŞIyê bê lidarxistin, destnîşan kir û pesnê hewldanên arîkariyên Fransayê yên ji bo Iraqê da.
Der barê maweya ziyareta Hollande de tu agahî nehat dayîn û hat îdiakirin ku dê Hollande piştî têkiliyên xwe yên li Bexdayê derbasî Hewlêrê be û bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî re jî hevdîtinê bike.