NEWPORT
Hevdîtina di navbera Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Barack Obama de bi dawî bû.
Erdogan beşdarî Zîrveya Serokên Dewlet û Hikûmetan ên NATOyê ya ku li Gallerê hat lidarxistin bû. Erdogan di çarçoveya hevdîtinên xwe yên dualî de bi Serokê DYAyê Obama re hat bal hev. Çapemeniyê nekarî beşdarî hevdîtinê be û hevdîtinê bi qasî saet û nîvê berdewam kir. Hevdtîna Erdogan a herî dirêj a li zîrveyê hevdîtina bi Obama re bû.
Di hevdîtinê de Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz, Musteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdun Sînîrlîoglu û Îbrahîm Kalinê Arîkarê Musteşarê Seorkwezîrtiyê yê ku tê payîn ku ji bo Arîkariya Sekreterê Giştî yê Serokomariyê bê tayînkirin, jî cî girtin. Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry jî di hevdîtinê li ba Obama amade bû.
Ji bo agirbesta mayînde ya li Filîstînê wek hev difikirin
Di hevdîtinê de her du serokan destnîşan kir ku divê li Iraqê demildest hikûmeteke ku hemû aliyan di xwe de dihewîne, bê avakirin û gelek girîng e ku li Sûriyeyê jî di çarçoveya Daxuyaniya Cenewreyê de veguherîneke rastîn a siyasî bê kirin.
Her du serokan diyar kir ku divê piştgirî bidin hewldanên ji bo ku agirbesta li Filîstînî bikin mayînde û di vê mijarê de jî wek hev difikirin. Serokan li hev kir ku têkiliyên xwe berdewam bikin û di dema Lijneya Giştî ya NYyê de li New Yorkê bên bal hev.
Serokomar Erdogan vedigere welêt
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Gallera ku ji bo zîrveyê çûbû wir, bi saeta Tirkiyeyê di saet 19.55an de bi balafira taybet "TUR"ê ji bo ku vegere welêt derket rê.
Balyozê Londrayê yê Tirkiyeyê Abdûrrahman Bîlgîç, xanima wî Esra Bîlgîç û rayedarên din Erdogan ji Balafirgeha Cardîffê bi rê kirin.
Serokomar Erdogan, xanima wî Emîne Erdogan, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz ji bo ku bên welêt derketin rê.