Sümeyye Dilara Dinçer
17 Sibat 2025•Rojanekirin: 18 Sibat 2025
Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ji bo hevdîtina bi Serokomar Recep Tayyip Erdogan ra hat Enqereyê.
Balafira Zelenskiy û heyeta bi pê ra di saet 21.08an da danî Balafirgeha Esenbogayê.
Serokê Dewleta Ukraynayê Zelenskiy li balafirgehê ji hêla peywirdaran hat pêşwazîkirin.
Tê plankirin ku Zelenskiy sibê li Kuliyeya Serokomariyê bi Serokomar Erdogan ra were cem hev.