Salih Okuroğlu
18 Sibat 2025•Rojanekirin: 18 Sibat 2025
Hat ragihandin ku balafira rêwiyan a Rêhewayên Deltayê ya Amerîkayê dema ku li balafirgeheke Ontarîoya eyaleta Kanadayê dadiket, ket xwarê.
Li gorî nûçeya CTV Newsê, balafira rêwiyan a Rêhewayên Deltayê dema ku li Balafirgeha Toronto Pearsonê ya li Torontoya paytextê eyaletê dadiket, ket xwarê.
Rayedaran ragihandin ku di qezayê de 8 kes birîndar bûn.
Li ser hesabê Xê ya balafirgehê hat gotin ku ekîbên rewşa bilez piştî qezayê midaxeleyî balafirê kirin.
Di dîmenên ku li ser medyaya civakî tên parvekirin da tê dîtin ku balafir li ser piştê ziviriye û ekîb li derûdora wê dixebitin.