02 Tebax 2016•Rojanekirin: 02 Tebax 2016
HELEB
Hat ragihandin ku li Sûriyeyê balafira şer a artêşa ûris êrîşa asîmanî bir ser navenda navçeya Etarîba girêdayî Helebê, di encama êrîşê de 10 kes hatin kuştin û 17 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên parastina sivîl bi dest xistin balafira şer a ûris li rojavayê Helebê êrîşa asîmanî bir ser navenda navçeya Etarîbê ya ku dikeve rojavayê Helebê û di bin kontrola mixalifan de ye. Di encama êrîşê de 10 sivîl hatin kuştin û 17 sivîl jî birîndar bûn.
Di encama êrîşê de li avahiyan û gelek wesayîtan de xisareke madî ya mezin çêbû û danz anîn ku birîndar rakirin nexweşxaneyên li navçeyê.
Balafirên şer ên ûris ji 30ê îlonê ve li Îdlib û Helebê êrîşên asîmanî dibin ser dibistan, nexweşxane, sûk û cî û warên li herêmên di bin kontrola mixalifan de.