Fatih Gazioğlu
26 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ATINA
Li Atînaya paytextê Yewnanistanê jimara kesên ku di encama şewata daristanê mirin derket 83an.
Wezareta Tenduristiyê daxuyanî da û got ku bi mirana kesekî 73 salî yên ku li herêma Matiyê birîndar bûbû, jimar derkete 83 kesî.
Li gor nûçeyên li medyaya Yewnanîstanê dibe ku jimara miryan hê zedetir bibe.
Li gor nûçeyan dermankirina 60 kesên ku li herêmên Atîka, Matî û Rafînayê birîndar bûbûn, li nexweşxaneyan dewam dike.
Ji 100î zêdetir kes yên di nav de turîst jî hene hê wend ne û li herêmê xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin.
- "Şewat ji ber jêbûna qebloya ceryanê derketiye"
Serokê Şaredariya Bajarê Pendelliyeyê Dîmîtrîs Stergiyu got ku şewat li Çiyayê Dauyê ji ber jêbûna qebloyeke ceryanê derketiye.
Stergiyu li radyoyeke taybet axivî û wiha got: "Dema ku şewat destpêkiri cara ewil ez çûn çiyayê Pendelliyê. Min li wê derê li erdî qebloyên ceryanê yên ku jêbûbûn dîtin. Li gor min şewat ji vir dest pê kir."