Abdullah Tel
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku Erebistana Siûdiyê bi Rûsyayê ra ji bo pergalên eskerî yên xwedî teknolojiya pêşketî bikire û li welatê xwe çêbike, peyman îmze kir.
SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya dewletê di nûçeya ku spart daxuyaniya Şirketa Eskerî ya Erebistana Siûdiyê da destnîşan kir ku Wezareta Parastinê ya Erebistana Siûdiyê bi şirketa Rûsyayê Rosoboronexporta di qada pîşesiza parastinê da pêşketiye ra peymana hevkariyê îmze kir. Li gor peymanê berhemên pîşesaziya parastinê û pergalên çekdarî wê bên kirîn, herdu welat wê bikaribin bi hev ra hin çekan jî çêbikin.
Di nûçeyê da hat gotin ku Erebistana Siûdî ji Rûsyayê moşekavêja bi tîpa TOS-1Ayê, roketavêja bi tîpa Kornet-EMê, tivinga êrîşê ya modela wê AK-103ye û Pergala Parastina Hewayî ya S-400î kirî.