Muhammet Kurşun
06 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Termê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî ji Berlîna Almanyayê bi bi Silêmaniya Herêma Kurdistana Iraqê ve diçe.
Li gor malpera fermî ya YNKê, balafira ku cenazeyê Talebanî neqil dike ji Berlîna paytextê Almanyayê dor seet 07.00an bi rê ket.
Lijneya Bilind a Serperiştiya Merasima Taziyeya Rehmetiyê Serok Mam Celal diyar kir ku tê çavnêrîkirin balafira cenazeyê Talebanî hilgirtiye seet 10.30an bigihê Silêmaniyê.
Ji niha ve li dorûberê Balafirgeha Silêmaniyê qerebalixiyeke mezin çêbûye û xelk ji bo pêşwazîkirina cenazeyê Talebanî ber bi wir ve diherike.
Ji aliyekî din ve li guzergaha ku wê cenaze tê re derbas bibe tevdîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin.