Cenazeyên eskerên ku di qezaya balafira eskerî da şehîd ketin, anîn Tirkiyeyê
Ankara
Cenazeyên eskerên ku di balafireke kargoyê ya eskerî ya cureya "C130"yî da ku li ser sînorê Gurcistan-Azerbaycanê ket, şehîd bûn, bi balafireke kargoyê ya eskerî ya cureya "A400M"yan ya Hêzên Çekdar yên Tirkiyeyê anîn Tirkiyeyê.
Cenazeyên esekran ku di dema xebatên lêgerîn û rizgarkirinê da li kavilên balafireke kargoyê ya eskerî ya cureya "C130"yî ya Hêzên Çekdar yên Tirkiyeyê hatin dîtin, piştî temamkirina prosedurên edlî veguheztin balafireke kargoyê ya eskerî ya "A400M"yan.
Balafira ku ji Tiblîsê rabû, li Balafirgeha Murtedê daket. Li wir cenazeyên şehîdan li ambulansan hatin siwarkirin û şandin Saziya Tiba Edlî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
