Nihat Kavşut
07 Îlon 2019•Rojanekirin: 08 Îlon 2019
Li Îdirê ji bona Hezretî Huseynê neviyê Hezretî Mihemed û 71 xizmên wî yên ku li Kerbelayê hatin şehidkirin bernameya bîranînê tê lidarxistin.
Welatiyên li ser mezhebê Ceferî her sal di roja ewil ya meha Miherremê da 40 roj şîna Hezretî Huseyîn û 71 xizmên wî yên li Kerbelayê hatin qetilkirin digirin.
Gelek mal û kolanên li navenda Îdirê û navçeyên wê di meha Miherremê da ku wek meha şînê tê qebûlkirin reş hatin girêdan û welatiyên di çadirên şînê û mizgeftan da dicivin şehîdên Kerbelayê bi bîr tînin.
Komên ku ji ciwnan pêk tên û cilê reş li xwe dikin û ji wan ra dibêjin "Deste" li qederê 150 mizgeftên Ceferiyan piştî nimêja mexrebê dicivin û li sînga xwe dixin û wan rojan bi bîr tînin.
Meleyê Mizgefta Hecî Hacerê Zekî Tumay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji ser bûyera Kerbaleyê hezar û 380 sal derbas bûye.
Tumay diyar kir Kerbela birîneke ku hezar û 380 sal xwîn dirêje ye.
Zekî Tumay destnîşan kir Hezretî Huseyîn çiraya hîdayet û sembola rizgariyê ye û wiha got: "Hezretî Pêxember dibêje kesê ji Huseyn hez bike ji min jî hez dike, kesê ji Ehlêbeytê hez bike ji min jî hez dike. Bi vê baweriyê em jî ji Huseyn hez dikin, ji Ehlêbeytê hez dikin û ev ji bona me ferz e."