23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
Li Îdirê di merasima hat kirin de Hezretî Huseyîn û xizmên wî yên ku di Kerbelayê de şehît ketin hatin bibîranîn.
Caferiyên ku li ser Bulvara Zubeyde Xanimê civiyan şehîdkirina Hezretî Huseyînê neviyê Hezretî Mihemed û xizmên wî bi bîr anîn û giriyan
Serokê Komeleya Ehlêbeyt Velî Beder di merasima ku bi xwendina Qûranê ve dest pê kir de axivî û diyar kir ku heman janê ew her sal dijîn û wiha pê de çû: "Em Ceferî jana Hezretî Huseyîn di dilê xwe de hîs dikin. Em dostên Ehlîbeytê jana vê bûyera ku bi salan berê qewimiye di dilê xwe de hîs dikin û em ê hîs jî bikin."
Alimên Ceferiyan jî di merasimê de axivîn û ji bo Hezretî Huseyîn û 72 yarenên wî mersiye hatin xwendin.