2015 ж. 05 желтоқсан•Rojanekirin: 2015 ж. 05 желтоқсан
DIYARBAKIR
Li ser merzelê Tahir Elçiyê ku li Sûra navçeya Diyarbekirê di êrîşa terorê da hatibû kuştin merasim hat lidarxistin.
Ji ser kuştina Tahir Elçiyê Serokê Baroya Diyarbekirê ra heftek derbas bû û ji bo bîranîna wî li Goristana Yênîkoyê ya li Baxlarê merasim hat lidarxistin. Parêzeran cubeyên xwe li xwe kirin û li pêşiya Mizgefta Goristanê civiyan û paşê ber bi merzelê Elçî meşiyan.
Li ber serê merzelê Elçî di saet 10.53yê ku hatibû kuştin qasî deqîqeyekê rêz girtin. Di merasimê da parêzer, Turkan Elçî, Nazelîn Elçî û Rakel Dînka jina Hrant Dînk mixik danîn ser merzel. Qîzik û jina Elçî û Rakel Dînk giriyan.
Ahmet Ozmenê Alîkarê Serokê Baroya Diyarbekirê li vê derê axivî û di axaftina xwe da diyar kir ku ji ser bûyerê ra 7 roj derbas bûn lê belê di encama lêkolînên dozgeran da nayê gotin ku berpirsyarê cinayetê kî ye, şikbar kî ye.
Ozmen wiha pê da çû: "Lêpirsîn pir hêdî dimeşe, divê demildest bê teredûd û fikar lêpirsîn bi awayekî adil û bilez bê meşandin û kujerên serokê me bên eşkerekirin."
Turkan Elçiyê jî got ji bo eşkerekirina bûyerê çi ji destê wê bê yê bike û wiha axivî: "Gule ya kê ye bira eşkere be, ji bo Xwedê bira ji minareyê ra qilif nebînin. Dibêjin ya yê ku minareyê bidize jê ra qilifekî dibîne, bira wisa nekin. Bira kujerê Tahir Elçî bibînin. Li ber mizgefta ku di civaka misilaman da wek pîroz tê zanîn mirin nabe nisîbê tu kesî."
Rakel Dînkê jî serxweşî da malbat û hevalên Elçî.