2015 ж. 05 желтоқсан•Rojanekirin: 2015 ж. 05 желтоқсан
MARDÎN
Li Dêrika navçeya Mêrdînê dema ku ji ber bûyerên terorê qedexeya derketina derva hebû, polêsan pîreke 91 salî rakirin nexweşxaneyê û ev bi kameraya amator hat kişandin.
Ji ber operasyonên li dijî terorê di 27ê mijdarê li navçeyê qedexeya derketina derva dest pê kiribû. Polêsan Fatime E.ya pîr ji mal derxistin û tevî tîmên tenduristiyê rakirin nexweşxaneyê.
Di dîmenan da hêzên ewlehiyê barîkat û lastîkên di rê da derbas dibin û diçin mala Fatime E.yê.
Hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê Fatime E.yê radikin nexweşxaneyê.