2016 ж. 16 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 16 маусым
ÇORUM
Li Alacaya navçeya Çorumê wesayîta malbata diçû şînê û tir li hev qelibîn, Di qezayê da 6 kes mirin û kesek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hat hildan tira bi plakeya 05 RD 370 Kamîl Okur (45) diajot li ser rêya Alaca-Zîleyê di xaçerêya pêşiya Midûriyeta Ewlehiyê ya Navçeyê da bi tirimbêla 06 AJ 797ya şofêrê wê Idrîs Dogan (42) bû ra li hev qelibîn. Di qezayê da tira ku tijî sewze û meyve bû qelibî û tirimbêl jî virvirî ser rê.
Di qezayê da şofêr Idrîs Dogan, xanima wî Songul (40) zarokên wan Aydin (19) û Yusuf Dogan (2) eqrebayên wan Gullu Yildiz (50) û Orhan Dilmen (34) li cihê qezayê can dan.
Şofêrê tirê Okurê ku birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Alacayê û piştî mudaxaleyên ewil ew sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Çorûmêç ya Zanîngeha Hîtîtê hat kirin û rewşa wî baş e.
Cinazeyê 6 kesên ku di wesayîtê da asê mabûn hatin derxistin û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Alacayê.
- Diçûn ser cinazeyê bavê xwe -
Di vê navberê da kesên ku hîn bûn tiştek wiha hatiye serê eqrebeyê wan hatin nexweşxaneyê.
Zekî Dilmenê ku kurê xalê şofêr Doganê di qezayê da can da li ber nexweşxaneyê daxuyanî da mensûbên çapemeniyê û got: "Ew 6 kesên ku di qezayê da mirin jî eqrebayên min in. Xezûrê kurê xalê min yanî bavê Songula bûka me duh wefat kiribû. Ew jî ji bo bigihîjin cinaze ji Enqereyê dihatin gund lê mixabin ew ji bo şînê dihatin lê emê şîna wan bikin."