18 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
DIYARBAKIR
Êşa mezin a kesên ku eqrebayên wan di qetlîama ku terorîstên PKKyî kirin ya li mezreya Durumluyê ya Sûra navçeya Diyarbekirê mirin, kêm nabe.
Ji bo kesên ku li Durumluyê mirin li gundê Tanişikê li aliyekî mêr li aliyê din jî jin sersaxiyan qebûl dikin.
Gelek kesên ku ji navenda bajêr û gundên hawirdor hatin diçin malên sersaxiyê û hewl didin ku dilmaniyan bidin ber dilê kesên ku di qetlîamê de mirin. Jin li mala sersaxiyê ji bo ewlad, hevser û eqrebayên xwe zêmarên kurdî dibêjin.
Jinên ku giriyên wan nasekinin zarokên biçûk ên ku êtîm man nîşan didin hêrsa xwe ya dijî PKKya rêxistina terorê tînin ziman.
36 zarokên ku di encama teqînê de êtîm man bêyî ku haja wan bi tiştekî hebe li qada gund dilîzîn û dilê kesên ku wan dibînin dişewite.
- Ji bo sersaxiyê hatine gund
Ceylan Yamana ku di teqînê de 2 bira, 4 xal, mam û biraziyên wê mirin daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di 12ê gulanê ya ku bûyer qewimî de mêr ji bo wefata mamê wî li mala sersaxiyê bûn.
Yamanê qal kir ku piraniya kesên ku di qetlîamê de mirin li derveyî gund di înşeat û kanên keviran de dixebitiyan û ji bo sersaxiyê hatin gund û destnîşan kir ku piştî dengê teqîneke mezin çûn cihê bûyerê û bi dîmenên hêwilnak re rû bi rû man.
- "Rojên me yên xweş li paş man"
Yamanê da zanîn ku parçeyên cesedên eqrebayên xwe berhev kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Êşa me gelekî mezin e. Xwedê belayê xwe bide wan kesên ku ev anîn serê me. Di bûyerê de ji malbata Yaman 10 kes mirin. Mal xalê min jî ji malbata Yakar in. Di nav kesên ku mirin de birayên min, xalên min, mamê min û biraziyên min hene. Kekê Min Gerçek, kurê wî Davut, mamê min Remezan, kurên wî Mehmet Saît û Ahmet Yaman mirin. Hemû kesên ku li gund dijîn eqreba ne. Di nav kesên ku mirin de kesên dergistî, yên ku dê biçûna eskerê û ciwanên nû zewicî hebûn. Hemû gelekî baş bûn. Çend meh beriya niha daweta me hebû. Em hemû wir bûn. gundê me gelekî xweş bû lê bi êşekî wiha rojên me yên xweş li paş man."
- "Dilê min dişewite"
Leyla Yamanê jî (17) qal kir ku di teqînê de bavê wî Gerçek û birayê wî Davut mirin û ji ber vê yekê gelekî xemgîn e û wiha axivî: "Dilê min dişewite. Çawa ev anîn serê me? Bav û birayê min mirin."