Fatih Gazioğlu
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 21 Hezîran 2017
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ew der barê êxistina balafira şer a Sûriyeyê de li bendê ne ku DYAyê agahiyê bide wan.
Lavrov li Moskovayê bi Wezîrê Karê Derva yê Frensayê Jean-Yves Le Drîan re hevdîtinek kir.
Lavrov piştî hevdîtinê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ew der barê êxistina balafira şer a rejima Sûriyeyê de li bendê ne ku DYA agahiyê bide wan.
Lavrov got ku li Sûriyeyê li esman gelek balafirên hêzên cuda difirin lê armanc û hedefên van hemû hêzan terorê ne. Lavrov destnîşan kir ku ji ber vê lazim e DYA di têkoşîna xwe de baldar hereket bike û der barê vê bûyerê jî agahiyê bide wan û hêzên din.