BERLÎN
Nivîskarê xwediyê xelata Nobelê Orhan Pamuk got ku welatên Rojavayî der barê derbeya Misrê de xayîniyê li nirxên xwe dikin.
Rojnameya Almanî ya bi navê ''Suddeutsche Zeîtung'' bi Orhan Pamuk re hevpeyvîn kir. Pamuk diyarkir ku rûdanên li Misrê baş dişopîne û helwesta Sererkanê Misrê Abdulfettah es-Sîsî şibande berhema Gabrîel Garîcîa Marquez a bi navê "Dûşema Sor."
Pamuk got: "Beriya ku artêş dest deyne ser rêveberiyê Sîsî, ji dinyayê re daxuyand ku wê derbe were kirin. Hemû dinyayê, bi taybetî jî rojavayê pişta xwe da vê yekê û nexwest ku tiştekî bibihîze." Pamuk diyar kir ku ne bi tenê hikûmeta Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê raya giştî ya welatên Rojavayî jî weke ku tu berpirsyariya wan tuneye tevdigerin.
Pamuk, da zanîn ku saziyên siyasî yên girîng yên li rojavayê du rojan piştre jî, ji derbeyê re negotin "derbe" û wiha dewam kir: "Nirxên Rojavayê yên wekî demokrasî, mafên mirovan û filan û bêvan yan hene yan jî ji ber hesabên sîyasî û aborî tunene."