Türkan Tosun
21 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
ÎSTANBUL - MEHMET OZTURK
Mutefekirê Filistînî Munîr Şefîq got dinyaya Rojava û Amerîkayê êdî hakimiyeta dinyayê winda kiriye.
Şefîq di hevpeyvîna xwe ya bi nûçegihanê AAyê ra da got ji ber ku Rojava û Amerîkayê hakimiyeta dinyayê winda kiriye, di dinyaya Rojavayê da tevliheviyek heye.
Şefîq got demokrasiya Rojavayê ji ber tevgerên nijadperest ên zêde kêm dibe ku ev jî darbeyê li demokrasiyê dixe.
Ji bo alema Îslamê jî Şefîq got tu pêşvaçûnek tune, bi taybetî di dinyaya Ereban da gelek pevçûn û rageşî çêdibin.
- "Fikir namre"
Mutefekirê Filistînî got rewş ber bi başiyê va naçe, li cîhanê gelemperî tevliheviyek heye ku heta niha tu fikrekî wê ser bikeve jî li holê tune.
Şefîq anî ziman hakimiyeta aborî, siyasî û eskerî bi fikra dewletê ra girêdayî ye û wiha dewam kir: "Dema Dewleta Osmaniyan xirab bû, fikra Îslamê jî paşve çû. Dema Rojava hakim bû jî fikra wan belavî dinyayê bû. Ji bo kominîzm û fikrên din jî dîsa geşedanên wek wî çêbûn."
Şefîq desnîşan kir hêzên xurt ên dinyayê alîkariya geşedana fikran jî dikin û got "Fikir namre".
- "Hêz fikrê derdixe meydanê"
Şefîq got ji ber komên radîkal fikra Îslamê rastî gelek neheqiyan hat û ji bo vê jî rêxistinên wek DEAŞ û Eniya Nusrayê mînak nîşan da.
Şefîq behsa tesîra van koman a neyînî ya li ser Îslamê kir û wiha dewam kir: "Komên alîgirên radîkalîzmê ji hêla Rojavayê va ji bo ku Îslamê qels bikin hatin bikaranîn. Îslam wê li qadê be, wê dewam bike. Heke bibe yek, wek hêzekî bi ser bikeve, wê demê fikra Îslamê jî wê qasî hêza welatên Îslamê wê pêşva here."
Mutefekirê Filistînî wiha pê de çû: "Îslam dema bêhêz bû jî ev bêhêzî li ber wê nebû asteng ku ew li Afrîkaya Başûr belav nebe. Ev nayê wê meneyê ku ewê li hemû dinyayê belav bibe. Dikare li ser perçeyek axê jî bi ser bikeve. Hakimiyeta fikrê ya di asta kurewî da bi hêz û hakimiyeta dewletan va girêdayî ye."