21 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
MÛSIL
Li navenda Mûsilê ku lê şerê di navbera yekeyên artêşê û milîtanên DEAŞê dewam dike, hin sivîlên mecbûrî malên xwe diterikînin, ji ber xendekên ewlehiyê nekarin derbasî kampên penaberan bibin
Pêşmerge sivîlên ku ji herêma lê şer dewam dike direvin, bi hinceta ewlekariyê ev 4 rojin dane sekinandin.
Nêzî 80 malbatên li gundê Omer Kamçiya ser Başîqaya bajaroka Mûsilê kombûn, di nav toz û dûmanê de ji bo wan bibin kampa benaberan sekinîne.
Necîm Muhammed Yunusê tevî malbata xwe ve li ber xendekan li hêviya roja ku wan sewqî kampê bikin sekinandiye ji nûçegihanê AAyê re wiha axivî: "Me wesayit û heywanên xwe hilda em hatin li vir, lê em nikarin ji xendekan derbas bikin. Gotin ew ê ji bo sewqkirina kampan otobêsê bişînin. Nêzî 4 rojan e em li vir li bendê ne ku me sewq bikin."
Yunus got ku li ser vê zêviya em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin wiha dewam kir: "Ava paqij tune ye. Zarokên me bi piyên pêxwas li vir dijîn. Em perîşan bûn."
Artêşa Iraqê û hêzên pêşmergeyê, ji bo paşva sitandina Mûsila ku ji 10 hezîrana 2014an vir ve di destê DEAŞê de ye, di 17ê kewçêrê de operasyoneke berfireh dabû destpêkirin. Artêşa Iraqê di 3yê mijdarê de ji aliyê rojhilatê ve ketibû navenda bajêr.