11 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2019
Faysal Mîkdadê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê rejima Beşar Esed diyar kir ku ew ê bi YPG/PKKya rêxistina terorê ra hevdîtinê nekin.
Li gor SANAya jansa xeberan a fermî, Mîkdad li ofêsa xwe ya li Şamê daxuyanî da rojnamevanan û YPG/PKK qest kir û got ku ew ê "kesên cihêkariyê dikin û bi zimanê hêzê xeber didin ra" hevkariyê nekin.
Mîkdad got YPG/PKKyê ji bo piştgiriyê ji Amerîkayê dev ji berjewendiyên neteweyî berda û wiha axivî: (YPG/PKK) Xwe avête hembêza hêzên siyonîst û Amerîkaya dijminê Sûriyeyê. Ev koman berpirsyarê êrîşên Tirkiyeyê ne."
Şahîn Cîloyê qaşo fermandarê HSDya paravana YPG/PKKya rêxistina terorê jî di 8ê cotmehê da hindik mabû ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê bike gotibû ji bo li dijî Tirkiyeyê şer bikin difikirin ku bi rejimê ra hevkariyê bikin.