YPG/PKKya li Tel Rifatê bi cih bûye êrîşî Efrînê kir
YPG/PKKya rêxistina terorê ya li Tel Rifata navçeya Sûriyeyê dagirkeriya xwe didomîne êrîşî navçeya Efrînê kir, 4 sivîl birîndar bûn.

Afrin
YPG/PKKya rêxistina terorê ya li Tel Rifata navçeya Sûriyeyê dagirkeriya xwe didomîne êrîşî navçeya Efrînê kir, 4 sivîl birîndar bûn.
Li gor peymana di navbera Tirkiye û Rûsyayê ya di 22yê Cotmeha 2019an da çêbûbû, terorîstên YPG/PKKyî divê navçeya Tel Rifatê vala bikirana. Lê terorîstên ku ev der vala nekirin ji wir bi roketavêjan va êrîşî navçeya Efrînê kirin.
Di êrîşê da 4 sivîl birîndar bûn.
YPG/PKKya bi Herekata Kaniyê Aştiyê va ji Efrînê hat derxistin li Tel Rifatê dagirkeriya xwe didomîne.
Rêxistina terorê gelek caran êrîşî cih û warên sivîlên Efrîn û Ezezê yên di bin kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê da ne dike.
Terorîstan herî dawîn bi 6 katyuşayan va êrîşî navçeya Ezezê kiribûn û 10 sivîl birîndar bûbûn.