Dinya

Ji Îranê daxuyaniya "teqîna di tankêrê da ji ber êrîşê ye"

Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Ebas Mûsevî: "Di encama lêkolîna Şirketa Tankêra Neteweyî ya Îranê da tê dîtin ku dema tenkêr di derbasoka li rojhilatê Behra Sor derbas dibe da ji nêzî wir du caran rastî êrîşê tê."

Abdullah Tel  | 11.10.2019 - Rojanekırın : 11.10.2019
Ji Îranê daxuyaniya "teqîna di tankêrê da ji ber êrîşê ye"

Ankara

Îranê ragihand ku teqînên di keştiya wan a li nêzî Cîdeya bajarê Erebistana Siûdî da ku li ser Behra Sor qewimî ji ber êrîşê pêk hat.

Li gor nûçeya têlevizyona dewleta Îranê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê Ebas Mûsevî destnîşan kir ku teqînên di tankêrê da ji ber êrîşan qewimiye.

Musevî got ku encama lêkolîna ewil a der barê bûyerê da hat eşkerekirin û wiha pê da çû: "Di encama lêkolîna Şirketa Tankêra Neteweyî ya Îranê da tê dîtin ku dema tenkêr di derbasoka li rojhilatê Behra Sor derbas dibe da ji nêzî wir du caran rastî êrîşê tê. Zirar gihîştiye tankêrê lê tiştek bi personelên wê nebûye. Hûrgiliyên vê çalakiya bi talûke û ji bo tespîtkirina kesên li pey vê yekê lêkolîn dewam dikin."

Di tankêra bi navê "Sabity"ê da ku 60 mîl dûrî Bendergeha Cideyê bû bi saeta Îranê di navbera 05.00 û 05.20an da 2 teqînên cuda çêbûbûn. Ji ber teqînan jî qismekî nefta di tankêrê da rijî nav behrê.





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.