Dinya

Eskerên Amerîkayê li Dêrezorê bi terorîstên YPG/PKKyî ra tetbîqata eskerî kir

Mohamad Misto, Ethem Emre Özcan  | 08.12.2021 - Rojanekırın : 09.12.2021
Eskerên Amerîkayê li Dêrezorê bi terorîstên YPG/PKKyî ra tetbîqata eskerî kir

Deyru z Zor

DÊREZOR (AA) - Artêşa Amerîkayê li Sûriyeyê ji bo YPG/PKKya rêxistina terorê perwerdeya çekdarî didomîne û li rojavayê bajarê Dêrezorê bi rêxistina terorê ra tetbîqata eskerî ya hevpar kir.

Li Sûriyeyê herêmên ku YPG/PKKya rêxistina terorê dagir kirine, hêzên Amerîkayê li wan herêma fealiyetên xwe dimeşînin û ji bo rêxistina terorê perwerdekirina çekdar didomînin.

Li gor daxuyaniya ku ji çavkaniyên herêmî hat hildan, hêzên Amerîkayê li Çola Ebû Haşebê ya ku dikeve bakurê Dêrezorê, bi terorîstan ra tetbîqata eskerî ya hevpar kir.

Tetbîqat bi 3 tank û çend wesayîtên bizirx hat kirin û terorîst der barê xebitandina fuzeyên ku hedefa xwe dişopînin da hatin perwerdekirin.

Ji aliyê din va Hêzên Taybet ên Amerîkayê di 1ê berfanbarê da li bajarê Hesekeyê seba sedan terorîstên YPG/PKKyî perwerdeya çekdar dabû destpêkirin.

- Perwerdeyên ku berê dabûn terorîstan

Amerîka û Fransaya di koalisyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da ci digrin berê jî perwerde dabûn terorîstên YPG/PKKyî yên li Heseke û Dêrazorê ya li rojhilatê Feratê.

Hin baregehên Amerîkayê yên li Hesekeyê, Çiyayê Ebdilezîz û Kompleksa Sporê û Qada Petrolê ya Omerê vegeriyan qadên perwerdeyê.

Di perwerdeyên berê da bikaranîna sîlahan, zeftkirina erdên bi balafirên bêmirov hatine tesbîtkirin, agirkirina topan, daketina ji hewayê, pêşîlêbirîna êrîşên dijî baregehan hatibûn dayîn.

Eskerên Fransayê yên di hîmayeya Amerîkayê da li Sûriyeyê ne perwerdeya agirkirina topan dabûn terorîstan.

Bi vî awayî hêzên koalisyona di pêşîkêşiya Amerîkayê da ji sala 2015an vir da perwerdeya çekdarî dan bi hezaran terorîstên YPG/PKKyî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın